Lekolinen Zimannasiya Kurdi Kitabı - Son Dakika
Son Dakika Logo

Lekolinen Zimannasiya Kurdi Kitabı

Lekolinen Zimannasiya Kurdi Kitabı
19.04.2013 08:59

Lekolinen Zimannasiya Kurdi Kitabı kitabının yazarları, yayınevi, baskı tarihi ve diğer tüm bilgileri. Lekolinen Zimannasiya Kurdi Kitabı kitabının kısa özeti.

Ev pîrtûk encama xebat û lêkolînên 15 salan in ku min li Zankoya Rouenê, li Fransayê, li ser zimanê kurdî pêk aniye. Hin ji van xebat û lêkolînan wek gotar di konferansan de hatin pêşkeşkirin û hin ji wan jî wek meqale di kovaran de çap bûn. Zimanê sereke yê van lêkolînan pirranî fransî ye, çend lêkolîn bi ingilîzî û çendin jî bi kurdî derketin. Belavbûna kovaran, astengiya bidestxistina wan, û herwiha zimanê fransî ku ji bo kêm lêkolîneran re nas e li me ferz kirin ku em van lêkolînan berhev bikin, wergerînin kurmanciyê û wek pîrtûk çap bikin. Wek xwendevanên vê pirtûkê dê bixwînin, lêkolînên di vê pirtûkê de ji nêrînên normatîv dûr in. Ziman bi metod û teoriyên zimannasiyê hatiye vekolîn.Pîrtûk ji çar beşan pêk tê. Naverokên wê bi pirsgirek û minaqeşeyên curbecur ên zimanê kurdî re peywendîdar in. Beşa yekemîn çend babetên zimanê, wek alfabeya latînî, peyvên biyanî yên di zimanê de, guherînên di zaravayê kurmancî de dikole. Beşa duyemîn li ser rewşa zimanê kurdî li diyasporayê diraweste. Perwerdeya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên kurdolojiyê babetên beşa sêyemîn in. Beşa çaremîn jî rola zimanê di siyaseta dagirkirin û înkara kurdan û di binavkirina kurdan û welatê wan de dikole.(Tanıtım Bülteninden)

Yazar: Salih Akin

Yayınevi: Avesta Yayınları

ISBN: 9786055279301

Boyut: 14.0x20.0

Sayfa Sayısı: 296

Basım Yılı: Nisan 2013

Cilt Durumu: Ciltsiz

Kağıt Türü: 2. Hamur

Dil: Kürtçe

Kaynak: Haberler.Com

Son Dakika Kültür Sanat Lekolinen Zimannasiya Kurdi Kitabı - Son Dakika


Advertisement