Bûyerên Li Iraqê - Son Dakika
Son Dakika Logo

Bûyerên Li Iraqê

Bûyerên Li Iraqê
17.01.2014 13:39

Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sadûn ed Duleymî ji bo ku dawî li pirsgirêkên li bajarê Enbarê bîne bi mezinên aşîran re hevditînan pêk tîne.

Hat ragihandin ku Wezire Parastine ye Iraqe Sadün ed-Duleymi, ji bo ku dawi li pirsgireken li bajare Enbare bine bi mezinen aşiran re hevditinan pek tine.

Seroke Meclisa bajare Enbare Sabah Kerhüt ji AAye re axivi ü dest nişan kir ku wezire parastine duh şev ji bo ku şert ü mercen ewlehiye ü rewşa başare Enbare baş bike çü hereme. Kerhüti got ku Wezir Düleymi bi aşiren hereme ü rayedaren ewlekariye re hate bal hev ü li ser çareserkirina pirsgirekan sekinin.

Kerhüt diyar kir ku Wezire Parastine Düleymi di hevditinan de ji bo ku di nav civake de aşiti be avakirin, ewlehi çe bibe, bekari ji hole rabe ü sektora çandiniye peş ve here fikir ü ramanen xwe ani ziman ü mezinen aşiran guhdar kir.

Kerhüt, bangi Neteweyen Yekbüyi (NY), Kizilay ü saziyen navnetewi yen alikariye ji kir ku bila ji bo panebaren ku ji ber şeren ku li Ramadi ü Fellüceye devam dikin rewiyane ji, li nezi Ramadiyeye kampek be awakirin ü alikare bidin wan.

Kerhüt da zanin ku ji ber şeren ku di navbeara aşiren şoreşker ü hezen arteşe didome de ji Fellüce ü Ramadiyeye bi hezaran kes ji mal ü waren xwe reviyan ü li mizgeft ü awahiyen fermi diminin ü lazime ku bi lez derman ü amüren din  bigihenin penaberan.

Arteşa Iraqe li Enbare  ji 21 e Kanüna paşin vir ve li diji Dewleta İslame ya Şam ü Iraqe (DİŞI) operesyonen mezin dimeşine. Ji aliye din li bajer ev du heftene ku di navbera arteşa Iraqe ü hezen Aşiren Şoreşger de ji şer devam dikin. ji ber wan büyeran bi hezaran kes ji mal ü waren xwe dür ketin. - Anbar

Kaynak: AA

Son Dakika Güncel Bûyerên Li Iraqê - Son Dakika


Advertisement